Serokwezîrê Elmanyayê Merz wê li Berlînê pêşwaziya Şara bike

Hat hînbûn ku Serokwezîrê Elmanyayê Friedrich Merz wê roja Duşemê li Berlînê pêşwaziya Serokê Hikûmeta Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şara bike. Tê payîn ku di civînê de şerê li Rojhilata Navîn, jinûve avakirina Sûriyeyê û rewşa aboriyê bên nîqaşkirin.

Hikûmeta Elmanyayê ragihand ku Serokwezîr Friedrich Merz wê roja Duşemê li Berlînê bi Serokê Hikûmeta Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şara re bicive. Hat diyarkirin ku cara yekem e ku Şara bi awayekî fermî serdana Elmanyayê dike.

Tê payîn ku di civîna Berlînê de mijarên wekî bandora şerê li Rojhilata Navîn a li ser herêmê, jinûve avakirina Sûriyeyê, rewşa aborî û vegera kesên ku ji Sûriyeyê reviyane bên nîqaşkirin. Çavkaniyên Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê ragihandin ku Şara wê di forûmekê de bi derdorên aborî re bicive.

Rayedarên Elmanyayê anîn ziman ku şerê dirêj encamên wêranker li ser aboriya Sûriyeyê kiriye û ji bo jinûve vejandina aboriyê pêwîstî bi çavkaniyên darayî yên girîng hene. Rayedaran diyar kirin ku rakirina hin danekirinên Yekîtiya Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî wê ji bo vejandina aboriyê bingeheke nû ava bike.

Serdana Ehmed Şara  a Elmanyayê di meha Çileyê de hatibû plankirin, lê piştî êrîşên hêzên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê li dijî Kurdan hatibû paşxistin. Wê demê, hikûmeta Elmanyayê diyar kiribû ku serdan ji ber “geşedanên siyasî yên navxweyî li Sûriyeyê" hatiye betalkirin.

Hin rêxistinên civaka sivîl Elmanyayê, bi taybetî yên ku Kurd û Elewiyan temsîl dikin, daxwaza betalkirina serdana plankirî ya berê kiribûn.

Van derdoran pêşwazîkirina Şara li Berlînê wekî “nayê qebûlkirin” bi nav kiribûn.